Îro 80 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 22ê Çileya 2026an, 80 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê re derbas dibin. Her çend temenê vê komarê tenê 11 meh bûn jî, lê mîraseke giranbiha ji bo nifşên paşerojê bi cih hişt ku heta îro jî Kurd şanaziyê pê dikin.

Di 22ê Çileya 1946an de, li Meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê, bi beşdariya zêdetirî 20 hezar nûnerên hemû çîn û beşên civaka Kurdistanê, yekemîn Komara Kurdistanê bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed hat ragihandin.

Destkeftiyên dîrokî yên Komarê

Komara Kurdistanê di nava temenê xwe yê kurt de, di warê neteweyî, çandî û leşkerî de gaven girîng avêtin ku bûn bingehê nasnameya îro ya Kurdan:

- Alaya Kurdistanê: Alaya rengîn wekî sembola dewletê li ser hemû saziyên fermî hat bilindkirin.

- Navê Pêşmerge: Ji bo yekem car di dîroka Kurdistanê de ji bo artêşa neteweyî navê "Pêşmerge" hat bikaranîn.

- Sirûda Neteweyî: Marşa "Ey Reqîb" wekî sirûda fermî ya neteweyî hat qebûlkirin.

- Ziman û Perwerde: Zimanê Kurdî bû zimanê fermî yê perwerde û rêveberiyê. Li Mehabadê çapxane hat damezrandin, rojname û kovar (wekî kovara "Girrûgallî Mindallan" ji bo zarokan) hatin weşandin.

- Mafên Jinan: Girîngî hat dayîn ku jin di qada civakî de cih bigirin û rêxistinên jinan hatin damezrandin.

Pêşketinên aborî û hunerî

Di serdema komarê de, radyoya Mehabadê dest bi weşanê kir û bo cara yekem şanonameya "Dayika Niştiman" bi zimanê Kurdî hat nîşandan. Di warê aborî de jî, peywendiyên bazirganî ligel Yekîtiya Sovyetê û Komara Azerbaycanê hatin danîn û sîstema bacê ji bo dabînkirina budceya hikûmetê hat birêkxistin.

Rola Barzaniyan û parastina Alayê

Yek ji rûpelên herî geş ên dîroka Komarê, beşdariya Barzaniyan bi serokatiya Şêx Ehmedê Barzanî û parastina leşkerî ya komarê bi fermandariya Mela Mistefa Barzanî bû. Hêzên Pêşmerge yên ji Başûrê Kurdistanê çûbûn Mehabadê, bûn mertalê komarê û yekem şehîdê Komarê jî pêşmergeyekî ji Başûrê Kurdistanê bû.

Berî ku komar were hilweşandin, Pêşewa Qazî Mihemed "Alaya Kurdistanê" wekî emanetekî pîroz spart Mela Mistefa Barzanî, da ku di paşerojê de careke din were hildan.

Îro ku 80 sal di ser ragihandina Komara Kurdistanê re derbas dibin, ev rûpela dîrokî wekî mînaka herî mezin a yekrêzî û daxwaza serbixwebûna Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê tê bibîranîn.