"Qesabê Hemayê" Refet Esed di 88 saliya xwe de koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Refet Esed, mamê serokê revyayî yê Sûriyeyê Beşar Esed, ku wekî "Qesabê Hemayê" dihat naskirin, di 88 saliya xwe de koça dawî kir.
Ajansên nûçeyan ragihandin, Refet Esed, mamê Beşar Esedê serokê berê yê Sûriyê û yek ji sembolên herî tirsînok ên rejîma Beisê, li welatê Îmaratê koça dawî.
Refet Esed piştî hilweşîna rejîma biraziyê xwe Beşar Esed di dawiya sala 2024an de, di ser Libnanê re reviyabû Îmaratê û nêzîkî salekê bû li wir dima.
Refet Esed di sala 1937an de li gundê Qardahayê yê Laziqiyeyê ji dayik bû. Ew wekî fermandê "Lîwayên Parastinê" (Seraya el-Dîfa) ku hêzeke nîv-leşkerî ya pir xurt bû, destê rastê yê birayê xwe Hafiz Esed û parêzvanê sereke yê rejîmê bû.
Navê wî di dîroka nû ya Sûriyê de herî zêde bi Komkujiya Hemayê ya sala 1982an re hate bîranîn. Di wê komkujiyê de ku di bin fermandariya wî de pêk hat, bi hezaran sivîl hatin kuştin û ji ber vê yekê navê "Qesabê Hemayê" lê hatibû kirin.
Jiyana siyasî ya Refet Esed di sala 1984an de guherî, gava ku wî hewl da li dijî birayê xwe Hafiz Esed darbeyeke leşkerî pêk bîne. Piştî têkçûna vê darbeyê, ew sirgûnî Ewropayê hat kirin û zêdetirî 30 salan li Fransa û Îspanyayê di nava jiyaneke şahane de jiya.
Di sala 2021an de, piştî ku li Fransayê bi tohmeta "sipîkirina pereyan" û "bikaranîna samana giştî ya Sûriyê" cezayê girtîgehê lê hat birîn, vegeriya Şamê û ji aliyê biraziyê xwe Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin. Lê belê, gava rejîma Esed di dawiya 2024an de hilweşiya, ew careke din ji welat derket.
Mirina Refet Esed di demekê de ye ku qurbaniyên komkujiya Hemayê û rêxistinên mafên mirovî li benda dadgehkirina wî ya li welatê Swîsreyê bûn. Li Swîsreyê bi tohmeta "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" doz li dijî wî hatibû vekirin. Bi mirina wî re, yek ji mezintirîn dosyayên binpêkirina mafên mirovî ya dîroka Sûriyê bêyî biryara dadgehê hat girtin, lê navê wî wekî semboleke zilm û tirsê di rûpelên dîrokê de ma.