Mesrûr Barzanî Davos kir platformek ji bo bidestxistina piştgiriya ji bo Kurdên Rojava
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 56’emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de, doza Rojavayê Kurdistanê kir rojeva sereke ya hevdîtinên xwe û ji bo parastina mafên Kurdên Sûriyê daxwaza piştgiriya navdewletî kir.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya lûtkeya Davosê de ligel hejmareke mezin a serok, serokwezîr û berpirsên payebilind ên cîhanê civiya. Serokwezîr di hemû hevdîtinên xwe de tekezî li ser rawestandina şerê li Sûriyê û dabînkirina mafên rewa yên gelê Kurd kir.
“Mafên gelê Kurd nayên binpêkirin”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di zincîre civînên xwe de peyameke zelal gihand hevkarên navdewletî û destnîşan kir ku divê rêz li mafên gelê Kurd li Sûriyê were girtin.
Di hevdîtina xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê Casim Mihemed El-Bidêwî de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser pêgeha dîrokî û siyasî ya Kurdan û got: “Em tekezî li ser rêzgirtina li mafên gelê Kurd li Sûriyê dikin.”
Serokwezîr heman peyam di civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof de jî dubare kir.
Diyalog li şûna çareseriya leşkerî
Di guftûgoya ligel Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam de, Mesrûr Barzanî nexşerêya çareseriyê pêşkêş kir û diyar kir ku divê kêşe bi rêya danûstandinan werin çareserkirin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku li şûna çareseriya leşkerî, pêdivî bi diyalogeke siyasî ya berfireh heye ku tê de mafên Kurdan parastî bin.
Nîgeraniyên mirovî û krîza penaberan
Yek ji tewerên herî giring ên hevdîtinên Mesrûr Barzanî, aliyê mirovî yê rewşa Rojavayê Kurdistanê bû. Serokwezîr di hevdîtina xwe ya ligel Komseryarê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih de, nîgeraniya xwe ya kûr li hember bandora şerê Sûriyê ya li ser rewşa penaberan anî ziman û hişyarî da ku pevçûnên leşkerî dê krîza mirovî kûrtir bikin.
Banga ji bo rawestandina êrişên leşkerî
Li aliyê din, Mesrûr Barzanî di hevdîtina ligel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell de, daxwazeke rasterast ji civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina tundûtûjiyê bikevin nav tevgerê.
Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e pêkdadan û rûbirûbûnên leşkerî li Sûriyê bi dawî bibin.” Ev banga Serokwezîr di demekê de ye ku metirsiya berfirehbûna şer li Rojavayê Kurdistanê ewlehiya tevahiya Rojhilata Navîn dixe bin gefê.
Tevgera dîplomatîk a Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê, wekî hewildaneke stratejîk tê dîtin da ku platformên cîhanî ji bo parastina mafên gelê Kurd û dîtina çareseriyeke aştiyane li Sûriyê werin bikaranîn.