Serok Barzanî: Ji bo parastina rûmeta gelê Kurdistanê, her çi pêwîst be em dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li paytexta Îtalyayê ligel Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Guido Crosetto civiya. Barzanî piştî civînê ragihand, ji bo wan "rûmet û hebûna Kurdan" ji her tiştî giringtir e.
Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Çileya 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya fermî de, li Romayê ligel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto civiya. Serok Barzanî piştî civînê di konferanseke rojnamevaniyê de encamên hevdîtinê û nêrîna xwe ya li ser rewşa herêmê parve kirin.
Serok Barzanî civîna xwe wekî "civîneke gelekî baş" pênase kir û Wezîr Crosetto wekî "dostekî gelekî birêz û nêzîkî gelê Kurdistanê" bi nav kir.
Herwiha Serok Barzanî diyar kir, wan bi hûrgilî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî kiriye û wiha got: "Wezîrê Berevaniyê gelekî têgihîştî ye. Em bi hemû aliyan re hewl didin ku şer raweste û nebe, da ku xelkê Kurdistanê rastî azar û destdirêjiyê neyê."
Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir, parastina nasname û rûmeta neteweyî di ser her tiştî re ye û got: "Ji bo me ji her tiştî giringtir, rûmet û hebûna Kurdan e. Çi pêwîst be ji bo parastina rûmeta gelê Kurdistanê, em amade ne ku bikin."
Serok Barzanî bal kişand ser şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê de û got: "Em bi hemû aliyan re di têkiliyê de ne da ku pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin û hêviya me jî ev e. Lê belê hemû eger vekirî ne û divê em xwe ji bo her rewşê amade bikin."
Serok Barzanî eşkere kir jî, wî di çarçoveya hewildanên dîplomatîk de bi têlefonê ligel Mîrê Qeterê û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera axivî ye. Her wiha da zanîn ku ew ligel birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê jî her tim di peywendiyê de ne.
Serok Barzanî got: "Hemû hewildana me ew e ku şer berfireh nebe, deverên Kurdnişîn parastî bin û rûmeta gelê Kurd neyê binpêkirin. Em ê heta dawiyê ji bo vê bixebitin."
Serok Barzanî ragihand, hemû berpirsên ku wî ligel wan axivî ye, soz dane ku dê deverên Kurdan werin parastin. Herwiha destnîşan kir, xaleke giring ew e ku "rê neyê dayîn ev şer veguhere şerê Kurd û Ereban."
Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir, ew niha bi hemû aliyên peywendîdar re di têkiliyê de ne da ku pirsgirêk bi rêya diyalog û guftûgoyê werin çareserkirin.
Rola hêzên Îtalyayê û Pêşmerge
Derbarê hebûna hêzên Îtalyayê ya li Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî got: "Hêzên Îtalyayê û Hevpeymanan li Hewlêrê hene. Lê belê em daxwazê ji leşkerên Îtalyayê û Hevpeymanan nakin ku ji bo parastina me beşdarî ti operasyonên leşkerî bibin. Hêzên Pêşmerge dikarin bi herî bilind a mêrxasiyê berevaniyê li Kurdistanê bikin."
Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew tenê di warê "manewî û siyasî" de daxwaza piştgiriyê ji dostên xwe dikin, lê parastina axê li ser milê Hêzên Pêşmerge ye.