“Kobanê di bin dorpêç û tariyê de ye”

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo li ser rewşa dawî ya bajarên Rojavayê Kurdistanê diyar kir, li bajarên Qamişlo û Hesekê rewş hinekî aramtir e, lê bajarê Kobanê rûbirûyî krîzeke giran a mirovî bûye.

Li gorî Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih, niha rewşa herî dijwar li bajarê Kobanê tê jiyîn. Di nava çend rojên borî de ji ber êrişên giran, jêrxaneya bajêr bi giranî zirar ditiye. Li bajêr kêmiya xurek, derman û pêdiviyên sereke yên jiyanê heye.

Herwiha got, înternet li seranserê Kobanê hatiye birîn û tenê bi rêya sîstema "Starlink" peywendiyeke sînordar tê danîn. Ji ber êrişan, xelkê gundan berê xwe dane navenda bajêr û di nava dibistan û mizgeftan de bi cih bûne.

Peyamnêrê me da zanîn jî, li bajarên Qamişlo û Hesekê rewş li gorî deverên din hinekî aramtir e. Lê belê li van bajaran jî nîgeraniyên xelkê neqediyane. Tevî ku tevgera jiyanê berdewam dike, tirsa ji dubare destpêkirina şer û êrişan li ser rûyê welatiyan diyar e.

Derbarê pêvajoya siyasî û leşkerî de, Ekrem Salih bal kişand ser agirbesta 4 rojan a ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de hatibû ragihandin. Heya niha du roj di ser agirbestê re derbas bûne û du rojên din mane.

Peyamnêrê me amaje bi wê kir jî, welatî nîgeran in ka dê piştî van du rojan çi bibe. Her çend behsa lihevhatinên ji bo ketina hêzên hikûmetê bo hinek bajaran tê kirin jî, heta niha li ser erdê tiştekî zelal nehatiye dîtin. Welatî daxwaz dikin ku agirbest were dirêjkirin û êdî xwîn neyê rijandin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê bal kişand ser mercên giran ên zivistanê û diyar kir, pileyên germahiyê li herêmê daketiye 1 pile û metirsiya barîna berfê heye. Bi hzaran kesên ku ji malên xwe koçber bûne, di dibistan û mizgeftan de bêyî sîstema germkirinê (sobe) û sotemeniyê li ber xwe didin. 

Ekrem Salih got jî, xelkê Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navdewletî û aliyên peywendîdar dikin ku ji bo rawestandina şer û gihandina alîkariyan, bi lezgînî bikevin nav tevgerê.