Serok Barzanî: Ti kes û alî nikarin destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li paytexta Îtalyayê serdana Balyozxaneya Iraqê kir û di daxuyaniyeke ragihand, "Herêma Kurdistanê bi hêza Pêşmergeyan parastî ye, ti kes û alî nikarin destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistanê bikin."

Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Çileya 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îtalyayê de, serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Romayê kir. Serok Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de li ser rewşa ewlehiya Kurdistanê, piştgiriya ji bo Rojava û metirsiya DAIŞ’ê daxuyaniyên giring dan.

Serok Barzanî bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û got: "Em di herêmekê de dijîn ku tije kêşe, şer û alozî ye. Lê ez dikarim vê sozê bidim ku Kurdistan xwedî Pêşmerge ye û bi daxwaza Xwedê ti kes nikare destdirêjiyê bike ser Herêma Kurdistanê."

Mijareke din a konferansê, xwepêşandanên Kurdan ên li Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê bûn ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê tên kirin. Serok Barzanî spasiya xwepêşanderan kir û got: "Cihê dilxweşiyê ye ku gelê Kurd li her derê piştgiriya hevdu dike. Ev yekîtiya neteweyî, tiştê herî baş û giring e."

Der barê mijara germ a veguhastina girtiyên DAIŞ’ê ji Sûriyê bo Iraqê de, Serok Barzanî diyar kir ku hîn hejmara wan bi hûrgulî ne diyar e, lê destnîşan kir ku Iraq ji bo van girtiyan cîhekî ewletir e. Serok Barzanî got: "Ji bo ewlehiyê çêtir e ku zindaniyên DAIŞ’ê di girtîgehên Iraqê de bin, ne ku li Sûriyê serbest û berdayî bin."