Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 22ê Çileya 2026an li Hewlêrê, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî agahiyan, di vê hevdîtinê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, rewşa aloz a Sûriyê û geşedanên leşkerî û siyasî yên li herêmê bi hûrgilî hatin gotubêjkirin. Her du aliyan li ser giringiya parastina aramiyê û rûbirûbûna gefên ewlehiyê bîr û rayên xwe pevguhertin.
Ev duyem civîna Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî re ye di heyama hefteyekê de, pêştir Ebdî roja 17ê vê mehê gihîştibû Hewlêrê û ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.