Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê: Agirbesta HSD û Şamê bi bizavên Serok Barzanî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê eşkere kir ku, agirbest û peymana di navbera Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berhema bizavên dîplomatîk ên Serok Barzanî bû di bin çavdêriya Amerîkayê de.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba îro (Pêncşem, 22.01.2026) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: Hikûmeta Sûriyeyê bi tevahî pabendî rêkarên aştiyane û parastina agirbesta di navbera artêşa welatê xwe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ron jî kir ku, armanca sereke ya wê agirbesta ku hatiye ragihandin parastina canê sivîlan û pêşîgirtina li rijandina xwînê ye.
Nûredîn Baba di derheqa mekanîzma gihîştina bi vê peymanê de jî eşkere kir: Peymanên li pey hev ên di navbera Şam û HSDê de di bin çavdêriya Amerîkayê de hatine kirin, lê pêşengî û bizava sereke ji bo gihîştina bi vê agirbestê ji hêla cenabê Serok Barzanî ve hatiye kirin.
Navbirî herwesa got: Em wekî Hikûmeta Sûriyeyê bi rêzdarî li bizavên Serok Barzanî dinêrin, bi taybetî jî di mijara vegerandina welatiyên Sûriyeyê ji bo welatê wan de û rola erênî ya Herêma Kurdistanê di piştgirîkirina lihevkirinan û tenahiyê deverê de.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di pareka din a gotinên xwe de ew gotgotk red kirin ên ku behsa dorpêçkirina bajarê Kobaniyê dikin û ragihand: Kobanî hîn nehatiye dorpêçkirin û rewş ne bi wî rengî ye yê ku tê behskirin.
Ji bo îspatkirina rewşa normal û niyeta baş, Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê amadebûna xwe nîşan da ku bi tîmên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê re biçe nav bajarê Kobaniyê.
Nûredîn Baba tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî herdem alîgirên aştiyê bûne û roleka avaker di nêzîkkirina aliyan û piştgirîkirina her pêngavek de, ku xizmeta ewlehiya deverê û welatiyan bike, lîstiye.