Mesrûr Barzanî serdana xwe ya Davosê bidawî anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya tevlîbûna xwe ya di Korbenda Aborî ya Davosê de tekez li ser xurtbûna pêgeha Herêma Kurdistanê û peyama aştîxwazane ya hikûmeta xwe kir û ragihand ku, ew îsal jî bi hevahengî û hevpariyên xurttir ji wê korbendê vedigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku, peyama wan a neguher ji bo cîhanê zelal e û çend bingehên sereke vedigire; ku bijardeya diyalogê li şûna şer û pevçûnan, çespandina mafan li şûna paşguhkirinê û pêşxistina veberhênanê li şûna nepiştrastiyê.

Ev peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku, Herêma Kurdistanê her sal li ser asta herî bilind tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê korbenda navneteweyî de hejmareka hevdîtinên girîng bi rêberên cîhanê, wezîran û xwediyên karan ên xwedî-biryar re li dar xist, ew jî bi merema pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û balkişandina veberhênana biyanî ji bo deverê, ku îsal jî wekî salên borî bi destkeftî û hevpariyên nû ew hevdîtinên navneteweyî bidawî anîn.