Serok Barzanî serdana nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Îtalyayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ku niha bi serdaneke fermî li Îtalyayê ye, dê serdana nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li wî welatî bike.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e Serok Barzanî di vê serdanê de bi berpirs û karmendên nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive. Di civînê de dê rewşa kar û xebatên nûnertiyê û rola wê ya di pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de bibe mijara sereke ya gotûbêjan.

Her wiha tê payîn, di hevdîtinê de giranî bê dayîn ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên dîplomatîk, berfirehkirina hevkariyên siyasî, aborî û leşkerî. Di heman demê de, dê tekezî li ser piştgiriya berdewam a ji bo parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de bê kirin.

Serok Barzanî bi mebesta encamdana çendîn hevdîtinên dîplomatîk bi berpirsên pilebilind ên Îtalyayê re, ev çend roj in li wî welatî ye û ev serdana wî ya bo nûnertiya Herêmê wek parçeyek ji bernameya wî ya fermî tê dîtin.