Trump hêzeke mezin a deryayî dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, fîloyeke mezin a şer ku ji keştiyeke balafirhilgir û çendîn keştiyên têkbir pêk tê, ber bi herêma Rojhilata Navîn ve bi rê ketiye.

Donald Trump di dema vegera xwe ya ji Korbenda Davosê ya Swîsreyê de, li ser borda firokeya serokatiyê "Air Force One" ji rojnamevanan re axivî û got: "Hejmareke mezin ya keştiyên me ber bi wê alî ve diçin. Ev yek ji bo rûbirûbûna her pêşhatineke nexwestî ye. Ez naxwazim ti tiştek rû bide, lê em ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin."

Li gorî raporên nûçeyan, hêzên Amerîkayê yên li herêma Rojhilata Navîn bi keştiya firokehilgir a "USS Abraham Lincoln", çendîn keştiyên têkbir ên mûşekhilgir û sîstemên parastina asmanî tên bihêzkirin. Ev pêngav wekî amadekariyek ji bo parastina bingehên Amerîkayê yên li herêmê li hember her êrîşekê tê dîtin.

Berpirsekî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê da zanîn, keştiya "Abraham Lincoln" ligel sê keştiyên din ên têkbir di rê de ne û tê payîn ku di çend rojên bê de bigihin cihê mebestê. Medyaya Amerîkayê jî belav kir ku tevî keştiyan, hejmareke mezin a firokeyên şer û sîstemên parastina mûşekî yên bejayî jî di nav vê hêzê de ne.

Dîroka Keştiya "USS Abraham Lincoln"

Keştiya balafirhilgir a "USS Abraham Lincoln" xwedî dîrokeke dûr û dirêj a leşkerî ye:

- 1989: Bi fermî ket xizmeta Hêzên Deryayî yên Amerîkayê.

- 1991: Di operasyona "Bahoza Çolê" de ji bo rizgarkirina Kuweytê beşdarî kir.

- 1992-1993: Serkêşiya hêzên navneteweyî li Somalyayê kir.

- 1998: Piştî teqînên li balyozxaneyên Amerîkayê yên li Afrîkayê, çendîn pêgehên li Sûdan û Afganistanê bombebaran kirin.

- 2001: Piştî êrîşên 11ê Îlonê, bû yekemîn keştiya firokehilgir ku êrîşî Talîbanê kir.

- 2003: Di şerê Iraqê de roleke sereke lîst; serokê wê demê George W. Bush li ser vê keştiyê dawiya operasyonên şer ragihandibû.

- 2013-2017: Bi temamî hat nûjenkirin û niha wekî hêzeke stratejîk a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tê bikaranîn.