Dogan: Nabe destkeftiyên gelê Kurd wekî gefekê li ser ti netewe yan aliyekî werin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand, sînor di hişmendiya Kurdan de cih nagirin û daxwaz kir ku maf û destkeftiyên gelê Kurd bi fermî werin pejirandin.

Ayşegul Dgan îro 23ê Çileyê di konferanseke rojnamevaniyê de bal kişand ser peywendiyên Kurd û Tirkan û got: "Ji bo ku biratiyeke rastîn çêbibe, divê dostaniya navbera Kurd û Tirkan pêş bikeve. Nabe ku destkeftiyên gelê Kurd wekî gefekê li ser ti netewe yan aliyekî werin dîtin; berevajî vê, divê ev destkeftî werin qebûlkirin."

Dogan destnîşan kir, di dîrokê de gelê Kurd bi sînorên cografî hatiye perçekirin, lê di dilê xwe de her yekparçe ye. Her wiha got: "Sînor di ferhenga takê Kurd de nînin. Em bi hezaran caran dubare dikin; divê daxwaz û mafên gelê Kurd werin qebûlkirin. Kurd hebûna xwe diparêzin û bênasnamebûnê êdî qebûl nakin. Ziman û nasnameya Kurdî ji bo ti welatî ne gef e."

Berdevka DEM Partiyê amaje bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Sûriyeyê kir û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de ji bo vê armancê ligel hemû partiyên siyasî û opozîsyonê bicivin.

Dogan her wiha pesnê peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê da û got: "Peywendiyên gelekî baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hene, ev yek cihê hêviyê ye. Em daxwaz dikin ku ev cure peywendî di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê de jî werin avakirin û pêşxistin."

Ayşegul Dogan bal kişand ser pir-neteweyî û pir-ayîniya Sûriyeyê û bang kir ku mafên her kesî werin parastin. Herwiha got: "Eger Tirkiye bixwaze di warê aştiyê de bibe welatekî pêşeng, rê li ber vekirî ye û em wekî DEM Partî piştgiriya vê yekê dikin."