Fuad Hisên û Kaja Kallas pêşhatên Sûriye û deverê nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas îro (Şemî, 24.01.2026) bi rêya telefonê peywendî bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên kir.
Di çarçoveya wê peywendiyê de, her du aliyan behsa têkiliyên xurt ên di navbera Komara Iraqê û Yekîtiya Ewropayê de û rêyên pêşxistina alîkariyan di warên cuda cuda yên berjewendiya hevpar de kir.
Herwesa her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhatên Sûriyeyê li hev guhertin, bi taybetî jî encam, peyman û sedemên wan pevçûnên ku li hin deveran çê bûne.
Her di wê peywendiyê de, pirsa rêxistina terorîst a DAIŞê û zindaniyên Sûriyeyê jî hat kirin, bi taybetî jî revîna hejmareka endamên DAIŞê ji zindanên li derveyî kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî, hatin nîqaşkirin. Herwesa rewşa ewlehiyê ya devera Hesekeyê jî hat nîqaşkirin û tekezî li ser pêdivîtiya parastina agirbestê û çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane jî hat kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya rola çalak a Ewropayê di piştgirîkirina danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de kir, bi armanca gihîştina lihevkirineka zelal û piştrastbûna ji bicihanîna wan.
Di pareka din de, behsa çarenivîsa girtiyên DAIŞê hat kirin. Kaja Kallas spasî û rêzên xwe ji bo Hikûmeta Iraqê diyar kirin, ji ber erêkirina wan a destpêkê ji bo wergirtina wan. Fuad Hisên jî tekez kir ku, nabe ku bargiraniyên ewlehî û darayî yên girêdayî vê mijarê tenê li ser Iraqê bin, belkî berpirsiyariya çareserkirina wê li ser hemî welatên têkildar e.
Di çarçoveyê wê peywendiyê de, Fuad Hisên encamên serdana xwe ya vê dawiyê ji bo Komara Îslamî ya Îranê berçav kirin. Di bin ronahiya rewşa aloz û xeter a deverê de jî, her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhat û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê li hev guhertin.