Rewşa mirovî li Kobaniyê xirabtir dibe; zarok ji ber sermayê dimirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çar zarok li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber sermayê mirin.
Peyamnêra Kurdistan24ê Dîlan Barzan îro (Şem, 24.01.2026) got ku, çar zarok li bajarê Kobanî ji ber sermayê mirine.
Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir ku, rewşa mirovî li bajarê Kobaniyê pir xirab e û tu ji wan alîkariyên mirovî yên ku ji Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin ji ber dorpêçê negihîştine bajarê Kobaniyê.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, welatiyên Kurd ên bajarê Kobaniyê bê elektrîk û av mane, herwesa tu alavên wan ên germkirinê nînin.
Dîlan Barzan amaje jî da ku, ew welatiyan ku ji derve aware bûne navenda bajarê Kobaniyê di nav mizgeft û dibistanan de hatine binecihkirin û tenê kincên xwe bi xwe re birine û di rewşeka mirovî ya pir xirab de ne.
Ev jî di demekê de ye ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobaniyê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.
Ferhan Heq herwesa amaje jî da: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.
Neteweyên Yekgirtî bi rayedarên Helebê re di danûstandinan de ne da ku rêyekê bibînin ku alîkariyan bi lez bigihînin Kobaniyê. Ferhan Heq herwesa got: Me alîkarî gihandiye Heseke, Reqa û Dêrazorê û me daxwaza hêsankariyan ji bo gihandina alîkariyan kiriye.
Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobaniyê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî da. Herwesa di peyameka lezgîn de jî ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî ji bo rewşa mirovî ya wî bajarî jî kir.
Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê miriye.