Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amûdê sotemenî li ser malbatên koçber dabeş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro li bajarê Amûdê sotemenî li ser malbatên koçber dabeş kir.
Li gorî daxuyaniyeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, karwaneke nû ya alîkariyan ku ji sotemeniyê pêk dihat, duh 23ê Çileyê gihîştibû Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, îro tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Amûdê dest bi dabeşkirina sotemeniyê kirine. Di vê çarçoveyê de, 325 malbatên koçber ên ku li wî bajarî dijîn, ji vê alîkariyê sûdmend bûn.
Dezgehê herwiha destnîşan kir, ev pêngav beşek e ji kampanyayeke berfireh a alîkariyê ku ji bo piştgirîkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê û dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê ji bo malbatên hewcedar û koçber hatine destpêkirin.