Hatîmogullarî: Berdewamiya şer, siberoja Sûriyeyê dixe metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, derbarê serdana şanda partiya wan û saziyên sivîl a ji bo Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, ji bo serkeftina pêvajoya siyasî, ragihandina agirbestê mercê bingehîn e.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari îro 24ê Çileyê li navenda giştî ya partiya xwe ya li Enqereyê, encam û dîtinên şanda ku ji berpirsên DEM Partî, DBP û nûnerên rêxistinên sivîl pêk dihat û serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn, ji raya giştî re eşkere kirin.

'Pêdivî bi agirbesteke mayinde heye'

Hatîmogullari di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa dawî ya leşkerî û siyasî û wiha got: "Hêzên li herêmê (HSD) piştî vekişîna ji Reqe û Dêrazorê, hêzên xwe li bajarên Kurdan kom kirine. Ji vir peyameke zelal didin hemû cîhanê; ew pabendî rêkeftina 18’ê Çileyê ne, lê ji bo cîbicîkirina xalên vê rêkeftinê, pêdivî bi agirbestekê heye. Berdewamiya şer, siberoja Sûriyeyê dixe metirsiyê."

Hatîmogullari her wiha hişyarî da ku nabe agirbest wekî firsendekê ji bo amadekariyên şer were bikaranîn û destnîşan kir, divê dengê çekan bê rawestandin da ku zemînek ji bo diyaloga siyasî ava bibe.

Bang li Tirkiye û welatên garantor hat kirin

Hevseroka DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku di warê lojîstîk, serbazî û hewalgêrî de piştgiriya hikûmeta Şamê neke û ji bo aştiyê bixebite. Hatîmogullari her wiha bang li welatên garantor kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê rakin.

Rêkeftina 18’ê Çileyê wekî nexşerê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî astengî û liv û tevgera komên çekdar, rêkeftina 18’ê Çileyê ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê wekî nexşerêyekê tê dîtin. Hatîmogullari diyar kir, wekî DEM Partî, ew ê bi rêya fişara siyasî hewl bidin rê li ber derketina şer bigirin û parastina statuya herêmên Kurdnîşîn bikin.

Hatîmogullari di dawiyê de destnîşan kir, bijardeya wan a sereke aştî û diyalog e û ji bo vê yekê jî divê civaka navdewletî bi berpirsyarî tevbigere.