Şam nûçeya dirêjkirina agirbesta bi HSDê re red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Sûriyeyê bi awayekî fermî bidawîbûna dema agirbesta bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihand û destnîşan kir ku tu niyeta wan a dirêjkirina vê moletê nîn e.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro 24ê Çileyê di daxuyaniyekê de diyar kir, heta niha ti rêkeftinek ji bo dirêjkirina agirbesta bi HSDê re nehatiye kirin. Ev agirbesta ku êvara îro bidawî dibe, bi wî mercî hatibû ragihandin ku HSD planekê ji bo cîbicîkirina xalên Rêkeftina 18’ê Çileyê pêşkêş bike.
Hikûmeta Sûriyeyê roja Çarşema borî moleteke 4 rojî dabû HSD. Armanc ji vê moletê ew bû ku derfetek ji bo guftûgoyan were dayîn û planeke bi hûrgilî derbarê bajarê Hesekê û mekanîzmaya tevlîkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de were amadekirin. Li gorî daxuyaniya Şamê, HSDê heta niha ti bersiveke fermî neda ye.
Reuters: Dibe ku molet were dirêjkirin
Tevî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyeyê, ajansa Reutersê duh Înê li ser zarê çavkaniyên ji nava HSDê ragihandibû ku eger heye dema pêşkêşkirina plana tevlîbûna hêzan bo nava artêşa Sûriyeyê were dirêjkirin. Lê belê daxuyaniya îro Şamiyê vê egerê lawaz nîşan dide.
Banga Hakan Fidan ji bo berdewamiya agirbestê
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan derbarê rewşê de axivî û diyar kir, divê agirbesta niha ya li Sûriyeyê berdewam bike. Fidan destnîşan kir ku nexasim di dema veguhestina girtiyên DAIŞê ber bi Iraqê ve, berdewamiya agirbestê ji bo kêmkirina metirsiyên ewlehiyê girîng e.