HSD: Hikûmeta Şamê agirbestê binpê dike û li Cizîrê û Kobanê amadekariyên şer dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyarî da ku hikûmeta Şamê tevî agirbestê, amadekariyên xwe yên leşkerî li herêmên Cizîrê û Kobanê bi awayekî sîstematîk zêde dike.

Navenda Ragihandina HSDê îro 24ê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand, tevgerên lojîstîk û sewqiyata leşkerî ya hikûmeta Şamê li derdora herêmên Cizîrê û Kobanê hatiye şopandin. HSDê diyar kir, ev tevger nîşaneya niyeta Şamê ya ji bo zêdekirina rageşiyê û dehfdana herêmê ber bi şerekî nû ve ye.

HSDê eşkere kir ku tevî agirbesta di navbera wan û hikûmetê de, îro li herêma Cizîrê du êrîşên cuda li dijî hêzên wan pêk hatine. HSDê ev êrîş wekî "binpêkirina zelal a agirbestê" pênase kirin û destnîşan kir ku tevgerên Şamê li dijî hemû pabendbûnên siyasî ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me heta niha pabendî bendên agirbestê bûne, lê amadekariyên hikûmeta Şamê hewldanên bi mebest in ji bo têkbirina agirbestê û astengkirina çareseriyên siyasî."

HSDê bang li civaka navdewetî û aliyên peywendîdar kir ku bilez bikevin nav hewldanan, da ku Şam pabendî agirbestê bibe. Hat destnîşankirin ku ev gavên rageşiyê, gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwin û divê pêşî li van amadekariyên leşkerî were girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de careke din diyar kir, ew alîgirê çareseriya siyasî ne, lê li hemberî her cure êrîş û binpêkirinan jî amade ne.