Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê agirbest ji bo 15 rojên din dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Piştî ku agirbesta 4 rojî ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi dawî bû, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê agirbest ji bo 15 rojên din dirêj kir.

Hikûmeta Sûriyeyê roja 18ê Çileyê moleteke 4 rojî dabû HSDê. Armanca vê moletê ew bû ku derfetek ji bo guftûgoyan were dayîn û planeke bi hûrgilî derbarê rêveberiya bajarê Hesekê û mekanîzmaya tevlîkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de were amadekirin. Agirbesta ku ji bo vê armancê hatibû ragihandin, îşev (24ê Çileyê) saet 20:00an de bi dawî bû.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, agirbest li hemû beşên operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji îro 24ê Çileyê saet 23:00 dest pê dike, ji bo 15 rojan tê dirêjkirin.

Ragihand jî, “Dirêjkirina agirbestê ji bo piştgiriya operasyona Amerîkayê ya derxistina girtiyên DAIŞê ji zindanên HSDê bo Iraqê tê.”