Mûsa Ehmed: Îro alîkarî digihîjin Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ragihand: Bi bizavên Serok Barzanî, karwanê yekê yê alîkariyên mirovî digihîje bajarê Kobanê.

Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Mûsa Ehmed di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Em li bendê ne ku îro (Yekşem, 25.01.2026) karwanê yekê yê alîkariyên mirovî bigihîje bajarê Kobanê ji ber ku wî bajarî pêdivîtiyeka zêde bi alîkariyan heye.

Mûsa Ehmed amaje jî da ku, zêdetir ji 34 hezar kesan li Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê feyde wergirtiye. Ron jî kir ku, alîkarî li bajarên Amûde, Dêrik û Hesekeyê hatine belavkirin.

Navbirî eşkere jî kir ku, wan heta niha 114 barhilgirên tijî alîkarî gihandine Rojavayê Kurdistanê û çar hezar danên xwarinê li ser welatiyan belav kirine.

Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê tekez jî kir ku, bi piştgiriya gelê Kurdistanê û rêberiya Serok Barzanî, ew dê li ser gihandina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Ev jî di demekê de ye ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Ferhan Heq herwesa amaje jî da: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.

Neteweyên Yekgirtî bi rayedarên Helebê re di danûstandinan de ne da ku rêyekê bibînin ku alîkariyan bi lez bigihînin Kobanê. Ferhan Heq herwesa got: Me alîkarî gihandiye Heseke, Reqa û Dêrazorê û me daxwaza hêsankariyan ji bo gihandina alîkariyan kiriye.

Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî da. Herwesa di peyameka lezgîn de jî ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî ji bo rewşa mirovî ya wî bajarî jî kir.

Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê miriye.