Şivan Perwer: Serok Barzanî Sembola Aştiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer nîgeraniya xwe ya kûr li hember rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê anî ziman û rexneyên tund li bêdengiya civaka navdewletî û wan komên çekdar girt ku bi navê olê êrişî gelê Kurd dikin.
Hunermend Şivan Perwer beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê êrişên komên çekdar ên li Sûriyeyê yên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê.
"Ol ji bo wijdanê ye, ne ji bo kuştinê"
Şivan Perwer bal kişand ser bêrêziya li hember gelê Kurd li Rojhilata Navîn tê kirin û got: "Ev tiştên ku diqewimin ne di asta mirovahiyê de ne. Di dînê Îslamê de kuştina mirovan û dagirkirina malên wan nîne. Ew kom olê wekî amrazekî bikar tînin. Ol ji bo wijdanê hatiye, ne ji bo bêwijdanî û zilma li ser gelan."
Serok Barzanî Sembola Aştiyê ye
Şivan Perwer qala rola Serok Mesûd Barzanî ya di têkoşîna neteweyî de kir û wiha got: "Serok Barzanî nêzî 70 sal in ji bo mafên Kurdan tê dikoşe û ew sembola rêberiya aştiyê ye. Heke guh bidin dîtinên wî, li vê herêmê şer namîne."
Ji bo "Keziyên keçên Kurd" dastaneke nû
Hunermendê mezin da zanîn ku ew bi her awayî piştgiriyê dide gelê Rojava: "Dil û ruhê min bi Rojava re ye." Her wiha Perwer eşkere kir ku ew amadekariya dastaneke nû dike ku behsa bûyerên Rojava, zilm û bêrêziya li hember keçên Kurd û jêkirina keziyên wan dike.
Rexne li bêdengiya cîhanê: 60 mîlyon Kurd nayên dîtin
Perwer rexneyên giran li civaka navdewletî girt û wiha dewam kir: "Filistînî tenê 3 mîlyon in û hemû cîhan behsa wan dike ji ber ku Ereb in. Lê Kurd 60 mîlyon in û hemû cîhan li hemberî wan bêdeng e. Divê were zanîn ku Kurd ne ji bo drav, lê ji bo azadî û parastina mirovahiyê şer dikin."
"Kurd bi kuştinê naqedin"
Di dawiya axaftina xwe de, Şivan Perwer peyameke xurt da dijminên gelê Kurd: "Bila dijmin bizanibin ku Kurd tu carî tune nabin. Heke 10 mîlyon ji me bikujin, 50 mîlyonên din dê her bi ser bikevin. Tenê rêya serkeftinê jî yekîtî û yekdengiya Kurdan bi xwe ye."