Serok Barzanî: Serkeftina Kobanî serkeftina mirovahiyê ya li dijî teror û tariyê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 11emîn salvegera têkşikandina terorîstên DAIŞê li bajarê Kobanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya şervan û pêşmergeyan ku bi hev re dîrokeke mezin tomar kirin.
Serok Barzanî îro 26ê Çileyê peyamek li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" parve kir û tê de got: "Di 11emîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, em silavên xwe ji şervan û Pêşmergeyên qehreman re dişînin, ku bi piştgiriya hevpeymanan û bi berxwedaneke qehremanane nehiştin Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin."
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de destnîşan kir ku ev serkeftin ne tenê ya herêmekê bû û got: "Ew serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê bû; serkeftina mirovahiyê bû ku li dijî teror û tariyê hat bi dest xistin."
Şerê Kobanê yê ku di 13ê Îlona 2014an de dest pê kir û di 26ê Çileyê 2015an de bi rizgarkirina bajêr bi dawî bû, wek xaleke werçerxanê ya girîng di dîroka şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de tê hejmartin. Vê berxwedana 134 rojî, Kobanê kir semboleke cîhanî ya berxwedan û yekrêziya Kurdan.
Di dema ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi çekên sivik berxwedaneke dijwar dikirin, gihîştina Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya bi çekên giran hevkêşeya şer guhert.
Bi fermana Serok Barzanî û pesendkirina Perlemana Kurdistanê, hêzeke Pêşmerge di 30ê Cotmeha 2014an de di ser axa Bakurê Kurdistanê re gihîşt Kobanê û ji bo şervanan bû hêzeke piştevaniyê ya bibandor. Hevdem, êrişên asmanî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê, di qelskirina şiyanên DAIŞê û hêsankirina pêşveçûna hêzên Kurdî de roleke diyarker lîst.
Ji bo DAIŞê, kontrolkirina Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk bû da ku herêmên di bin destê xwe de yên li Sûriyeyê bi hev ve girê bide. Wendakirina bajêr, piştî ragihandina "xîlafet"ê, yekemîn şikesta mezin a wê rêxistinê bû. Ji aliyê din ve, serkeftina li Kobanê moraleke bilind da gelê Kurd û hemû wan hêzên ku li dijî terorê şer dikirin. Ev şer di heman demê de bû bingehê damezirandina hevpeymaniyeke bi hêz di navbera hêzên Kurdî û Hevpeymanan de, ku piştre bû sedema rizgarkirina herêmên din ên berfireh ên wekî Reqa û Minbicê.