Spanya: Herêma Kurdistanê tena ye û derfetên mezin bo veberhêneran hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Duşem, 26.01.2026) li paytexta Spanyayê bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Spanyayê Diego Martinez Belio re civiya.

Di wê civînê de, behsa pêşxistina têkiliyên dualî û guhertina asta hevahengiyan di warên ewlehiyê de ji bo hevpariya aborî, bazirganî û çandî hat kirin, bi armanca wergirtina feydeyî ji wê tenahiya ku li Herêma Kurdistanê heye.

Sefîn Dizeyî armanca serdana xwe ji bo Wezareta Derve ya Spanyayê ron kir û bal kişand ser siyaset û nêrînên nû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina asoyên têkiliyên bi welatên Ewropayê re.

Navbirî kurtiyek li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û guhertinên deverê pêşkêş kir û helwesta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarên cuda cuda ji aliyê Spanyayî re pêşkêş kir.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Spanyayê Diego Martinez Belio jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya welatê xwe ji bo vê serdanê eşkere kir û tekez li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Medrîdê bi Hewlêr û Bexdayê re kir.

Diego Martinez Belio herwesa bal kişand ser guhertinên erênî û ragihand ku, niha welatê wî wekî devereka xeter temaşayî Iraq û Herêma Kurdistanê nake, ev jî ji bo şîrket û veberhênerên Spanyayê jîngeheka guncayî û derfetên zêrîn peyda dike da ku di warên cuda cuda de bixebitin.

Di pareka din a wê civînê de, her du aliyan xwesteka xwe ya xurt ji bo pêşxistina têkiliyên aborî û çandî eşkere kir û li ser girîngiya lidarxistina korbendên hevpar ên aborî, geştiyarî û zanistî nîqaş kirin. Herwesa wan tekez li ser çêkirina hevahengiyê di navbera zanîngehên her du aliyan de û berdewamiya serdanên fermî kir da ku têkiliyan bigihînin qonaxeka pêşkeftîtir.