Piştî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nirxê petrolê li bazarên cîhanê daket

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hinardekirina petrolê bi rêya boriya Kurdistanê li hev kirin, nirxê petrolê li bazarên cîhanê zêdetirî 2 dolaran daket.

Ajansa Reutersê îro 18ê Adarê ragihand, rêkeftina duh a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bûye sedema kêmkirina nîgeraniyên li ser dabînkirina enerjiyê. Ev rêkeftin, ku destûrê dide hinardekirina petrolê bi rêya boriya Herêmê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve, geşbîniyek di bazara enerjiyê de ava kir û nirxê petrolê kêm kir.

Li gorî daneyên dawî yên bazarê, nirxê bermîleke petrola Brent 2.29 dolar daket û nirxê petrola Teksasê (WTI) jî 2.99 dolar kêm bû.

Beriya ragihandina rêkeftinê, ji ber metirsiya kêmkirina dabînkirina petrolê, nirx %3 bilind bibû. Lê piştî daxuyaniya fermî ya her du hikûmetan, bazar hinekî aram bû. Tevî vê daketinê jî, ji ber ku Tengava Hurmizê hîn girtî ye û şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê berdewam dike, nirxê bermîleke petrola Brent hîn jî li ser 100 dolarî tê firotin.

Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro saet di 06:30ê sibehê de wîstgeha petrolê ya "Saralo" hatiye xebitandin. Ev pêngav ji bo şandina rojane ya 250 hezar bermîl petrol e ber bi wîstgeha Fîşxabûrê û ji wir jî ber bi deryaya Spî ve.

Ji ber şerê navçeyê û êrişên Îranê yên li ser binesaziya welatên Kendavê, hinardekirina petrolê di ser Tengava Hurmizê re hema hema gihîştibû asta sifirê. Lewma, vekirina boriya Herêma Kurdistanê wekî "dergehekî stratejîk" ji bo gihandina petrola Iraqê bo bazarên cîhanê tê nirxandin û barê giran ê li ser bazara enerjiyê hinekî sivik dike.