Li perestgeha Lalişê rêûresma "Sefara Nan û Mast" birêve çû

Navenda Nûçeyan (K24) – Êzîdî li perestgeha pîroz a Lalişê rêûresma "Sefara Nan û Mast" lidar xistin. Ev kevneşopiya kevnar salane di werzê biharê de bi beşdariya gundiyên navçeyê tê lidarxistin.

Salane di werzê biharê de, gundiyên navçeya Şêxan û derdora wê berê xwe didin perestgeha pîroz a Lalişê, da ku rêûresma "Sefara Nan û Mast" pêk bînin. Ev rêresm wekî nîşaneya xêr, bereket û hevkariya civakî tê dîtin.

Di vê rêûresmê de, gundî nan û mastê ku li malên xwe amade kirine, di nava tepsiyan de hildigirin û tînin Lalişê. Welatî di wê baweriyê de ne ku ev kar dibe sedema zêdebûna xêr û bereketa mal û gundên wan.

Piştî gihîştina perestgehê, nan û mast li Kaniya Spî bi ava kaniyê têne morkirin û pîroz kirin. Welatiyên beşdar diyar dikin ku ew vê xêra xwe pêşkêşî xizmetkar û mêvanên Lalişê dikin.

Rêûresm bi xwendina qewl û beytên olî, vêxistina çeqeltûyan û dûayên ji bo aştî û aramiya hemû mirovahiyê tê xemlandin. Mamoste Îdo Sîdo hêvî xwest ku "Xwedê vê xêrê ji hemû mirovahiyê re bike nesîb û rehm û bereketa xwe li ser cîhanê bibarîne."

Xudêda Feqîr ku yek ji kesayetên olî yên Lalişê ye, da zanîn ku ew bi germî pêşwaziya gundiyan dikin. Ew diyar dike ku piştî serdana dergehê Şêx Adî û pêkanîna rîtuelan, nan û mast û xwarinên din ên ku hatine anîn, li deriyê Şêx Adî wekî xêr têne belavkirin.

Rêûresma "Sefara Nan û Mast" yek ji wan kevneşopiyên herî resen ên ola Êzîdatiyê ye ku heta roja me ya îro bi zindî maye û her sal bi sedan welatî tê de beşdar dibin.