Li Parêzgeha Mêrdînê 5 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Mêrdînê ji bo "parastina ewlehiya giştî", ji 27’ê Çileyê ve ji bo pênc rojan hemû çalakiyên li qadên derve li seranserê parêzgehê qedexe kirin.
Li gorî vê biryarê, tevgera kes û wesayîtên ku gumana beşdarbûna xwepêşandanan li ser wan hebe jî hat sînordarkirin.
Meşa Nisêbînê jî ket ber qedexeyê
Ev biryara parêzgariyê, meşa ku biryar bû roja Sêşemê (27’ê Çileya 2026’an) saet di 13:00an de li Qada Newrozê ya navçeya Nisêbînê were lidarxistin jî dihewîne. Parêzgariyê diyar kir ku piştî nirxandina bandorên gengaz ên geşedanên hundirîn û derveyî sînoran, ji bo rêgirtina li ber bûyerên tundûtûjiyê û ji bo aştiya civakî ev pêngav hatiye avêtin.
Hûrgiliyên qedexeyê
Li gorî daxuyaniya fermî, ji 27’ê Çileyê (Rêbendanê) saet 00:01 heta 31’ê Rêbendanê saet 23:59’an; ev çalakî hatine qedexekirin:
- Hemû kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û mîtîng.
- Çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê û vegirtina konan.
- Belavkirina belavok û broşûran, daliqandina poster û pankartan.
Her wiha hat destnîşankirin ku ketin û derketina navenda parêzgehê û derbasbûna ji parêzgehên din ji bo kesên ku "tê texmînkirin dê beşdarî kombûn û meşan bibin" hatiye astengkirin.
Hincet û bingeha yasayî
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de îdiakirin ku dibe meşa navborî bibe hinceta çalakiyên ku pergala giştî têk bibin. Hat diyarkirin ku ev biryar li ser bingeha bendên 17 û 19 ên "Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" (2911) û bendên 11/A, B û C yên "Qanûna Rêveberiya Parêzgehan" (5442) hatiye girtin.