Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bo Bexdayê: Hinardekirina petrolê ji ber êrîşên milîsan rawestiyaye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa hinardekirina petrolê bersiva Wezareta Petrolê ya Iraqê da û got: Rawestandina berhemandina petrolê ji ber êrîşên wan milîsan e yên ku ji hêla Bexdayê ve mûçe û çek jê re tên dayîn.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bersiva daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê da.

Di xala yekê ya wê daxuyaniyê de hatiye gotin: Ya ku di daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Federal de hatiye eşkerekirin behsa hemî aliyên pirsgirêkê nekiriye û mijar şêwandiye, herwesa ji bo tometbarkirina Herêma Kurdistanê pêxemetî têkdana raya giştî bizaveke eşkere ye.

Wezareta navbirî di derheqa dorpêçên li ser Herêma Kurdsitanê de ragihand: Hikûmeta niha ya Iraqê ji meha Çileyê ve dorpêçeke kujek bi hinceta binecihkirina pergala ASÎKUDAyê (ASYCUDA) xistiye ser Herêma Kurdistanê, ku ji ber wê rêyê nade ku dolar ji bo bazirganên Kurdistanê peyda bibe. Ji wê demê ve tevgera bazirganî rawestiyaye û Bexda jî ne amade ye ku dema pêdivî ji bo binecihkirina wê pergalê bide Herêma Kurdistanê, tevî ku ji destpêka vê krîzê ve me ev daxwaz kiriye.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de di derheqa êrîşên komên çekdar ên li ser jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: Milîs û komên çekdar ên neqanûnî hemî zevî û parzinîngehên petrol, gaz û enerjiyê yên Herêma Kurdistanê kirine armanc. Di encama van êrîşên terorîstî de, pêvajoya berhemandinê bi tevahî rawestiyaye û tu petrol li Herêma Kurdistanê nemaye ku ji bo derve bê hinardekirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniya xwe de rexneyeke tund li bêhelwestiya Hikûmeta Iraqê kir û got: Bexda ne amade ye ku rûbirûyî van êrîşên terorîstî bibe û rêyê li wan bigire, heta niha jî tu rêkareke bibandor ji bo rawestandina wan nayê dîtin. Tiştekê ecêb e ku piraniya van êrîşkeran li Bexdayê mûçeyan werdigirin, hatine çekdarkirin û tên peredarkirin, di demekê de ku mûçeyên xelkê Kurdistanê her car tên paşxistin û hejmareke pereyî tê şandin ku ji mafên pêdivî kêmtir e.

Wezareta navbirî tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya neguher ji bo çareserkirina krîzan jî kir û ragihand: Herêma Kurdistanê bi hemî rengan amadebûna xwe ji bo rizgarkirina Iraqê û Herêma Kurdistanê ji vê krîzê nîşan daye. Gelek caran jî me ji Bexdayê xwestiye ku, ji bo çareserkirina van hemî pirsgirêkan dest bi diyalogeke avaker bike, lê daxwazên me hatine paşguhkirin û bizav hatiye kirin ku ecêndayeke nedestûrî û neqanûnî li ser Herêma Kurdistanê bê sepandin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî tekez jî kir: Em amade ne ku di zûtirîn dem de tîmên şareza li ser xalên neçareserkirî bicivin, da ku bigihîjin encamekencameke bilez ku dê sûdê bide tevahiya Iraqê feydeyî jê bibîne û êdî zorê nedezordarî li Kurdistanê." neyê kirin.