Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê amara êxistina dron û mûşekên Îranê weşand

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê amarek belav kir û tê de ragihand ku, wan ji destpêka êrîşên Îranê yên li ser axa Îmaratê heta îro 298 mûşekên balîstîk êxistine.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (Yekşem. 15ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên wan ên berevaniya asmanî bi rengekî serkeftî çend êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê şkandine, ku axa Îmaratê kiribû armanc.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê, îro (Yekşem, 15ê Adara 2026ê) encam bi vî rengî bû:

Pûçkirina çar mûşekên balîstîk.

Êxistina şeş dronan.

Wezareta navbirî herwesa amareke giştî bi navê "Amar ji destpêka destdirêjiyên eşkere yên Îranê ve" weşand, ku tê de hatiye gotin ku heta niha berevaniya asmanî ya Îmaratê rê li van êrîşan girtiye:

1. Dron (UAVs): 1606.

2. Mûşekên Krûz: 15.

3. Mûşekên balîstîk: 298.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez li ser amadebûna hemî hêzên xwe ji bo parastina serweriya ax û asmanê welatê xwe ji her gefeke derveyî jî kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Êrîşên Îranê bûne sedema gelek nerazîbûnên herêmî û navneteweyî û welat bang li Tehranê dikin ku, êrîşên xwe yên herêmî rawestîne ji ber ku jiyana sivîlan xistiye xeterê û jêrxaneya sivîl a welatên Kendavî dike armanc.