Rêbiwar Hadî: Serokkomar dikare rê li binpêkirinên destûrî bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Iraqê RêbIwar Hadî ragihand, posta serokkomar posteke giring e û dikare rê li binpêkirinên destûrî bigire.

Endamê Parlamentoya Iraqê li ser lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Rêbiwar Hadî ji Kurdistan24ê re got: Sedema sereke ya paşxistina civîna îro ya parlamentoya Iraqê, temamnebûna rêjeya yasayî ya amadebûyan e.

Wî endamê parlamena Iraqê tekez kir: "Em wek PDK, bi me xweş e ku hemû aliyên kurdî li ser yek namzedekî ji bo posta serokkomariya Iraqê lihev bikin. Em her dem ji bo guftûgoyê amade ne û heger namzed bi razîbûna hemû aliyên kurdistanî be, ti nerazîbûna me nîne."

Rêbiwar Hadî her wiha got: Posta serokkomar para kurdan e. Wek çawa cenabê Serok Barzanî daxwaz kiribû ku namzedê serokkomar yan bi rêkeftina aliyên kurdî be, yan jî bi rêkeftina endamên kurd ên parlamentoyê be, ya giring ew e ku nûnerê her kesî be. Lê heger ew nehat kirin, em di wê baweriyê de ne ku ev post li gorî îstîhkaka hilbijartinê û piraniya deng û kursiyên parlamenê, para PDKyê ye.

Rêbiwar Hadî di berdewamiya axaftina xwe de got: Posta serokkomar posteke giring e û ne tenê teşrîfatî ye. Serokkomar dikare rê li binpêkirinên destûrî bigire. Wek nimûne, ew binpêkirinên destûrî yên li dijî Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê tên kirin, wek birîna mûçe û neşandina para darayî ya Herêmê.

Rêbiwar Hadî her wiha got: Namzedê me ji bo vê posta giring Fuad Husên e. Ew kesekî şarezayî û dîplomatekî serkeftî ye û têkiliyeke wî ya baş bi aliyên iraqî re jî heye.

Derbarê wê pirsê de ku ka PDK amade ye di beramber posta serokkomariyê de posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê bide Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)? Rêbwar Hadî got: Heger pirs bi rêkeftinê were yekalîkirin, hemû vebijark vekirî ne û em amade ne guftûgoyê li ser bikin. Lê heger rêkeftin nehat kirin û bi piranî bû, ew babetekî din e.