Graham: Kongirês rûbirûyî her aliyekê ku zirarê bide Kurdan dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Senatorekê navdar ê Amerîkayê haydarî da welatên deverê ku, Kongirês ji bo berevanîkirina ji hevalbendên xwe û rêgirtina li zêdetir rijandina xwînê li bakurê Sûriyeyê amade ye, herwesa bang li Erebistana Siûdî kir ku rola xwe li Sûriyeyê bilîze.
Senatorê navdar ê Komariyan li Civata Pîran a Amerîkayê Lindsey Graham îro (Sêşem, 27.012026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku, ew berî demeka kêm li ser rewşa Sûriyeyê bi Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re axiviye.
Graham di peyama xwe de bizavên birêvebiriya Trump ji bo vegerandina tenahiyê li Sûriyeyê bilind nirxandin û bang li hevparên deverê kir ku, pabendî peyama Donald Trump bin, ku daxwaza tenahiyê kiriye ne ku ya şer, amaje jî da ku Rubio di vê pêvajoyê de roleka bibandor dilîze.
Wî Senatorê Amerîkayî tekez jî kir ku, ne welatên deverê û ne jî cîhan dixwaze zêdetir rijandina xwînê li bakurê Sûriyeyê bibînin.
Lindsey Graham peyameka tund arasteyî welatên deverê kiriye û nivîsiye: Kongirês amade ye ku di parastina tenahiyê de alîkar be û rûbirûyî wan aliyên herêmî bibe yên ku zirarê didin berjewendiyên Amerîkayê, ew jî bi rêya dijatîkirina hevalbendên bawerê yên wekî Kurdan.
Graham behsa rola Riyazê jî kiriye û ragihandiye: Erebistana Siûdî pêgeheka taybet heye ji bo çêkirina bandorê li ser Hikûmeta Sûriyeyê, ez hêvî dikim ku ew vê bandorê di berjewendiyên deverê û hemî aliyên têkildar de bi kar bîne.
Senatorê Amerîkayî yê navdar Lindsey Graham her îro nîgeraniya xwe li ser rewşa Sûriyeyê diyar kir û ragihand ku, ew dê ji bo rêgirtina li her êrîşeka li ser Kurdan projeqanûnekê bi navê Qanûna Parastina Kurdan pêşkêşî Kongirêsê bike.