Naveroka hevfêmkirina Mezlûm Ebdî û Hikûmeta Şamê

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevfêmkirineka nû li ser Heseke, Kobanî û deverên din di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de çê bû, ku dê di bin çavdêriya Amerîka û Fransayê de bê bicihanîn.

Çavkaniyekê ji Sûriyeyê îro (Sêşem, 27.012026) ji medyaya welatê xwe re gotiye ku, civîna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hikûmeta Şamê bidawî hatiye, di wê civînê de hevfêmkirineka nû ji bo rawestandina şer û danana ewlehiya navxweyî ji xelkê deverên Heseke, Qamişlo û deverên din hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyan, rêkarên nû dê li ser Heseke û Kobaniyê bên bicihanîn û dê di demeka nêzîk de bê ragihandin, ew hevfêmkirin û peyman jî dê di bin çavdêriya Amerîka û Fransayê de bin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê jî, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê naçe deverên Kurdan ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di eynî demê de jî xalên peymana 18ê Çileyê dê bên bicîhanîn.

Şandeyeka HSDê bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro êvarê gihîşt Şamê û bi rayedarên Sûriyeyê re civiya, da ku li ser agirbestê û bicîhanîna peymanan danûstandinan bikin.