Ehmed Şera û Putîn li Moskoyê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, îro 28’ê Çileya 2026’an serdana Moskoyê dike û biryar e bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive. Ev serdan wekî pêngaveke stratejîk a ji bo diyarkirina paşeroja peywendiyên her du welatan tê dîtin.
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand, Şera û Putin dê peywendiyên dualî, geşedanên dawî yên li herêmê û hevkariya leşkerî û aborî gotûbêj bikin.
Ev serdana Ehmed Şera di demekê de ye ku Rûsyayê di van rojên dawî de dest bi vekişîna hêzên xwe ji Firokxaneya Qamişlo û çend navçeyên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Rûsya amûr û hêzên xwe ber bi bingehên xwe yên li Lazqiyeyê (Hemîmîm) ve vediguhêze, ku ev yek nîşana guhertineke mezin a di nexşeya leşkerî ya Sûriyeyê de ye.
Peywendiyên di navbera desthilata nû ya Şamê û Moskowê de piştî hilweşîna rejîma Beşer Esed, ketine qonaxeke nû. Putin berê amadehiya welatê xwe nîşan dabû ku li peymanên berê yên bi rejîma Esed re hatibûn îmzekirin vegerin û wan nû bikin.
Ev duyemîn hevdîtina rûbirû ya her du serokan e ku piştî hevdîtina yekem a Cotmeha 2025’an tê lidarxistin; li gorî zanyariyan berê Ehmed Şera bi awayekî fermî ji Moskowê daxwaz kiribû ku Beşer Esed û hemû sûcdarên şer radestî Şamê werin kirin.
Herwiha di rojeva hevdîtina îro de jî mijarên wekî paşeroja bingehên leşkerî yên Hemîmîm û Tertûsê, çekdarkirin û jinûve avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê û veberhênanên aborî yên Rûsyayê yên di warê enerjî û binesaziyê de hene.