Şêwekar Luqman Ehmed li Berlînê pêşangeha 'Keziyê Rojava' vedike: Dahat ji bo Rojava ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar Luqman Ehmed, li Berlînê, Paytexta Almanyayê bajarê, pêşangeheke taybet a şêwekariyê di bin navê "Keziyê Rojava" de vedike. Ehmed ragihand, armanca vê pêşangehê piştgirîkirina berxwedana gelê Kurd e û dê hemû dahata firotina tabloyan pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê bike.

Şêwekar Luqman Ehmed, îro 28ê Çileyê, derbarê pêşangeha xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir ku pêşangeh dê di 7’ê Sibata 2026’an de were vekirin û dê 50 tablo tê de werin pêşandan.

Luqman Ehmed destnîşan kir, tabloya wî ne tenê huner, lê wekî belgeyeke êş û berxwedana îro ya Kurdan e û got: "Di vê pêşangehê de ez êş û azara Kurdên Rojava nîşan didim. Me dît ku keç û jinên Kurd hezarên keziyên xwe hûnandin. Dixwazin me ji axa me derxînin, lê ew dê biser nekevin. Ez dixwazim bi rêya hunera xwe nîşan bidim ku ti hêz nikare vîna Kurdan bişkîne."

Hunermendê şêwekar bal kişand ser helwesta hinek hunermend û rewşenbîrên Ereb (wekî Elî Ferzat) ku di dema şer de êrişî Kurdan kiribûn. 

Ehmed wiha bersiv da: "Hinek hunermendên Ereb bi karîkatûr û wêneyên xwe êrişî rûmeta me kirin. Em jî wekî hunermendên Kurd divê bi hunera xwe rûbirûyî wan bibin. Huner ji bo me ne tenê nîşandana ciwaniyê ye, di heman demê de berxwedan û têkoşîn e."

Luqman Ehmed bang li hemû Kurdên li Berlînê û derdora wê dijîn kir ku beşdarî pêşangehê bibin û bi kirîna tabloyan alîkariya xelkê Rojava bikin. Herwiha diyar kir jî, ji bo her kes bikaribe xwedî li van berheman derbikeve, wî tabloyên orjînal ligel hinek kopyayên çapkirî yên bi nirxekî guncayî amade kirine.

Ehmed di dawiya axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo yekîtî û hevgirtina Kurdên li seranserî cîhanê anî ziman û tekez kir ku ev ruhê neteweyî dê wan ber bi serkeftinê ve bibe.

Şêwekar Luqman Ehmed