Ji ber tirsa şer û dorpêçê pêleka din a xelkî aware bû Kobaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Her çend deverên derdora bajarê Kobaniyê îro (Pêncşem, 29.01.2026) aram bûn jî, lê pêleka din a xelkê wan gundan ji ber tirsa ji çêbûna aloziyên nû aware bû nav bajarê Kobaniyê.

Ev awarebûn di demekê de ye ku, bajarê Kobaniyê ji bi hezaran malbatên aware tijî bûye û ji ber wê dorpêça li ser wê hatiye danan, rewş gihîştiye asteka karesatbar û pêdivîtiyên herî bingehîn ên jiyanê peyda nabin.

Ev pêla nû piştî wê yekê tê ku di rojên borî de, kom û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê gundên derdora Kobaniyê kirine armanc, vê rewşê jî tirs û dudilî di nav sivîlan de peyda kirine.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di vê çarçoveyê de ragihand: Îro bi dehan malbatên aware yên Efrînê û yên ji deverên Tebqa û Reqayê hatine penaya xwe biriye ber stargehên demkî li Kobaniyê. Ew malbatên ku ji ber rewşa ewlehiyê û debara jiyanê ya dijwar reviyane niha ji ber sermayê û nebûna pêdivîtiyên bingehîn rûbirûyî rewşeka dijwartir bûne.

Her çend di vê hefteyê de du karwanên alîkariyên mirovî gihîştine Kobaniyê jî, lê ew hejmar heta kêmtirîn pêdivîtiyên bi hezaran malbatên aware dabîn nake, ku li dibistan û mizgeftan dimînin.