Wezîrê Derve yê Îtalyayê: Divê em DAIŞê rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îtalyayê ragihand: Em dê li her derê li dijî terorê şer bikin. Tekez jî kir: Li her devera ku DAIŞê lê hebe, divê em wê rawestînin.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani îro (Pêncşem, 29.01.2026) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand: Divê em DAIŞê rawestînin, leşkerên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê ne da ku wê ji DAIŞê biparêzin.

Antonio Tajani amaje jî da: Girîng e ku em ji bo aştiyê bixebitin û DAIŞê rawestînin. DAIŞ pir xeter e. Em dê li her derê li dijî terorê şer bikin. Bi eynî rengî, em vî karî li vê para cîhanê, li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn jî dikin.

Ji ber êrîşa Artêşa Erebî ya Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li roja Sêşemê (20.01.2026) bi rengekê fermî hêzên xwe ji kampa Holê vekişandin û di ragihandinekê de rexne li civaka navneteweyî kiribû, ku li hember êrîşa Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng e.

HSDê herwesa gotibû ku, ji ber xemsariya cidî ya civaka navneteweyî di çareserkirina pirsa DAIŞê de û hilnegirtina berpirsiyariyê, ew neçar bûn ku hêzên HSDê ji Kampa Holê vekişin û dubare li wan bajarên bakurê Sûriyeyê binecih bikin, ên ku rûbirûyî xeterê û zêdetirbûna gefan bûne.