Pirojeqanûna Parastina Kurdan pêşkêşî Kongirêsê hat kirin

Lindsey Graham
Lindsey Graham

Navenda Nûçeyan (K24) - Senatorê navdar ê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Lindsey Graham bi rengekê fermî pirojeqanûna Parastina Kurdan pêşkêşî Kongirêsê kir.

Ev pêngava qanûnî ji bo parastina Kurdan li Sûriyeyê û deverên din e û pêşbînî tê kirin ku, piştgiriyeka berfireh a her du partiyên Komarî û Demokratan li Kongirêsê bi dest bixe. Ev jî wekî dilsoziyekê ji bo wê hevpeymaniya xurt a di navbera Amerîka û Kurdan de di şerê li dijî terorê de bûye.

Lindsey Graham tekez jî kir: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku pêkhateyeka mezin a Kurdan vedigire, di şkandina xîlafeta DAIŞê de di dema gera yekê ya serokatiya Donald Trump de qurbaniyên sereke dane.

Navbirî amaje jî da: Tevî aloziyên çandî û siyasî yên li nav Sûriyeyê, hemî rengên êrîşan li ser Kurdan dê bibin sedema lawazbûna pêgeha navneteweyî ya Amerîkayê û dê rêyê li ber pêşkeftina Sûriyeyê jî wekî dewlet jî bigire.

Ev projeqanûn haydariyeka rasterast û tund e, ji bo hemî wan welat û komên wesa difikirin ku ew dikarin bê ceza û lêpirsîn êrîşî Kurdan li Sûriyeyê bikin.

Senator Graham tekez jî kir ku, ew alî tûşî şaşiyeka mezin bûn û Amerîka rêyê nade ku Kurd bi tena serê xwe rûbirûyî xeterê bibin, belkî bi rêya vê qanûnê dê cezayên tund li ser her aliyekî bisepîne, ku bizavê bike tenahiya deverên Kurdan têk bibe.

Pêşkêşkirina pirojeqanûna Parastina Kurdan di demekê de ye ku, deverên Kurdan li bakurê Sûriyeyê di bin zexteka tund a leşkerî û siyasî ya hêzên herêmî û hikûmeta nû ya Şamê de ne.

Lindsey Graham wekî yek ji dostên herî nêzîk ên Kurdan li Waşintonê her tim bizav kiriye ku, doza Kurdan di serpişka siyaseta derve ya Amerîkayê de bimîne.

Ev qanûna nû li sala 2026ê wekî sîwaneka qanûnî û siyasî tê dîtin, ji bo rêgirtina li her bizaveka ku bixwaze wan destkeftiyan nehêle yên ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de bi hevpariya Amerîkayê bi dest xistine.