Mezlûm Ebdî li Şamê ye

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî niha li Şamê ye.

Ev serdana Mezlûm Ebdî ji bo Şamê di demekê de ku, tê pêşbînîkirin ku di demeka nêzîk de lihevkirina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de ji bo agirbesteka bi tevahî bê ragihandin.

Herwesa rojnamevana rojnameya Al-Monitorê Emberîn Zeman jî berî demeka kêm li ser tora civakî ya Xê ragihand ku, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî niha li Şamê ye, da ku bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re lihevkirineka berfireh îmze bike.

Her îro çavkaniyekê ji Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku, di demeka nêzîk de lihevkirina dawiyê û tevgir a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de bi rengekê fermî tê ragihandin.

Li gorî wan zanyarên ku gihîştine Kurdistan24ê, di naveroka lihevkirinê de hatiye ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê naçe deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, herwesa ewlehiya deverên Kurdan jî dê ji hêla hêzên ewlehiyê ve bê parastin û ji bo birêvebirina balafirxaneya Qamişloyê û deriyên sînorî jî birêvebiriyeka hevpar dê bê çêkirin.