Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ragihand ku, hemî geştên wê balafirxaneyê ji ber hatina pêleka mij û moranê heta dema normalbûna rewşa keşûhewayê hatine rawestandin.

Birêvebirê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Pêncşem, 29.01.2026) taybet ji Kurdistan24ê re got: Ji bo silametiya geştiyaran û ji ber kêmbûna dûratiya dîtinê ji bo asteka nizm, biryar hat dayîn ku ji saet 9:00 ê îşev ve hemî geştên asmanî (hatin û çûn) bi rengekê demkî bên rawestandin.

Ehmed Hoşyar herwesa amaje da wê yekê jî ku, tîmên teknîkî û bircên çavdêriyê şert û mercên rewşa keşûhewayê bi baldarî dişopînin û her dema dûratiya dîtinê ji bo asta standard bilind bû, geşt dê dîsa bên destpêkirin.

Navbirî herwesa ji welatiyan û geştiyaran xwest ku, berî serdana balafirxaneyê bikin, ji bo piştrastbûna ji dema nû ya geştên xwe peywendiyê bi hêlên asmanî bikin.

Bi hatina pêleka mij û moranê re, Birêvebiriya Trafîkê berdewam şofêran haydar dike ku, ji ber kêmbûna dûratiya dîtinê bi baldarî timbêlên xwe biajon, da ku ji her bûyereka nexwestî dûr bikevin.