Wezareta Perwerdehiyê dê wêneyên du zarokên neteweperwer li ser bergên kitêbên dersê dane
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Pêncşem, 29.01.2026) biryareka nû li ser guhertina bergê kitêbên dersê yên sala bê eşkere kir.
Li gorî wê biryarê, wêneyên du zarokên Kurd, ku wekî sembola asteka bilind a neteweperwerî û evînê ji bo Kurdistanê tên dîtin, dê li ser bergê kitêbên dersê yên zimanê Kurdî bên danan. Ev jî wekî pêngavekê ji bo çandina tovê dilsozî û nirxên neteweyî di dilê nifşên paşerojê de.
Wezîrê Perwerdehiyê di daxuyaniyeka taybet de ji Malpera Kurdistan24ê re hûrhûrkên wê biryarê eşkere kirin û amaje da ku, wêneyê zarokekê kêmendam yê bajarê Hewlêrê dê li ser bergê kitêba Kurdiyê ya pola 6ê ya dibistana bingehîn bê danan, herwesa wêneyê zarokekê du-sal-û-sê-mehî yê bajarê Silêmaniyê jî dê li ser bergê kitêba Kurdiyê ya pola yekê ya dibistana bingehîn bê danan.
Alan Hama Seîd tekez jî kir ku, vê biryarê manayeka kûr a perwerdehî heye û armanc jê perwerdekirina nifş li dû nifşî li ser bingeha neteweperweriyê ye. Eşkere jî kir ku, nêzîkî 160 hezar kopiyên kitêbên polên yekê û şeşê dê bên çapkirin.
Ev pêşengiya Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di dezgehên perwerdehiyê de rengvedaneka erênî peyda bike, ji ber ku bikaranîna wêneyên rastîn ên zarokên Kurdistanê, ku evîna xwe ji bo axê nîşan didin, dê bandoreka derûnî û perwerdehî ya xurt li ser xwendekaran hebe.
Biryar e ku ev kitêb ji bo werzê nû yê akademîk ê sala bê bên çapkirin û pêşkêşî xwendekarên seranserê Herêma Kurdistanê bên kirin.