Li Washingtonê projeyasaya parastina Kurdan hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê navdar ê Amerîkayê Lindsey Graham bi fermî projeyasayek bo parastina Kurdên li Sûriyeyê pêşkêşî Kongressê kir. Serokê Lîjneya Parastina Kurdan li Washingtonê, Întîfaz Qenber ragihand, ev proje bi hevahengiya Koşka Spî hatiye amadekirin û dê rê li ber êrîşên Şamê bigire.

Serokê Lîjneya Parastina Kurdan li Washingtonê Întîfaz Qenber îro 30î Çileyê ji Kurdistan24ê re ragihand, her du partiyên sereke yên Amerîkayê (Komarî û Demokrat) piştgiriyeke xurt didin projeyasaya "Hawara Kurdên Sûriyeyê".

Qenber destnîşan kir, ev pêngav bêyî agahdariya Serokê Amerîkayê Donald Trump nayê avêtin û got: “Ji ber ku niha piraniya Kongressê di destê Komariyan de ye û Serok Trump jî Komarî ye, ev senator bi hevahengî dixebitin da ku Amerîka zêdetir piştgiriya Kurdan li Sûriyeyê bike. Ev proje dê bandoreke rasterast li ser helwesta hikûmeta Amerîkayê û ya Sûriyeyê jî bike.”

Qenber herwiha tekez kir, Washington rê nade Şam derbasî navçeyên Kurdan bibe û Trump bi xwe giringiya rola Kurdan di parastina aramiyê de fêm kiriye.

Senator Lindsey Graham, ku projeyasaya parastina Kurdan pêşkêş kir, di peyamekê de bal kişand ser qurbaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got: “HSD di serdema yekem a serokatiya Trump de di têkbirina xelafeta DAIŞê de qurbaniyên herî mezin dan. Ew hevparên me yên mitemanepêkirî ne.”

Graham hişyarî da ku her cure êrîşeke li ser Kurdan, dê pêgeha navdewletî ya Amerîkayê lawaz bike û rê li ber geşebûna Sûriyeyê wekî dewlet bigire.

Ev projeyasa wekî hişyariyeke tund û rasterast bo hemû dewlet û komên çekdar tê dîtin ku plan dikin êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin. Peyama projeyê zelal e: "Ti kes nikare bê ceza û bê lêpirsîn êrîşî Kurdan bike."

Tê çaverêkirin ku ev projeyasa ji ber piştgiriya her du partiyan, di demek nêz de bibe qanûn û bibe mertalekî siyasî û leşkerî bo parastina destkeftiyên Kurdan li Sûriyeyê.