Kallas bo Iraqçî: Ewlehiya Tengava Hurmizê xeta sor e
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî xwest ku, êrîşên li ser jêrxaneyên girîng ên deverê tavilê bên rawestandina. Tekez jî kir ku, parastina ewlehiya deryavaniyê li Tengava Hurmizê ji bo Ewropayê serpişka karan e.
Ajansa Reutersê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) ji zarê rayedarekî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê belav kir ku, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re axivî û nîgeraniya tund a Ewropayê li ser aloziyên deverê û ewlehiya deryavaniyê gihand Tehranê.
Kaja Kallas tekez jî kir ku, parastina ewlehiya hatin û çûna deryayî li Tengava Hurmizê ji serpişka karên girîng ên Ewropayê ye. Herwesa bang li Îranê kir ku, tavilê hemî êrîşên li ser jêrxaneyên hestyar ên deverê rawestîne.
Wî rayedarê payebilind ê Yekîtiya Ewropayê amaje jî da ku, Kallas piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo kêmkirina aloziyan û dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo krîzan, bi armanca dûrxistina deverê ji şerekî seranserî, tekez kir.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.