Asayîşê amara êrîşên du rojên borî yên li ser Silêmanî û Koyeyê weşand

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amareke berfireh li ser wan êrîşên ku di dema du rojên borî de li ser bajarê Silêmanî û bajarkê Koyeyê hatine kirin belav kir .

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) amara êrîşên bi dron û mûşekan ên du rojên borî li ser Silêmanî û Koyeyê weşand. Li gorî wê daxuyaniyê, li roja Sêşemê çend êrîşek hatine kirin ku ev in:

Silêmanî: Sê êrîşên bi dronan û du êrîşên bi mûşekan li ser bingeha Hêzên 70ê hatine kirin, di encamê de du Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn.

Koye: Saet 3:50 ê piştî nîvro, 2 êrîşên bi dronan li ser kampa penaberan hatin kirin, du karmanedên agirvemirandinê yên Xelîfanê bi sivikî birîndar bûn, dema ku erkên xwe bi cih dianîn.

Amara êrîşên roja Çarşemê (18ê Adarê):

Asayîşa Herêma Kurdistanê amaje jî da wê yekê ku, îro jî êrîş berdewam bûn:

Silêmanî: 2 êrîşên bi dronan li ser bingeha hêza 70ê hatine kirin.

Koye: Saet 2:00 ê sibehê êrîşeke bi dronan li ser navenda Koyeyê hat kirin, herwesa ji saet 1:30 ê piştî nîvroyê heta dema amadekirina vê daxuyaniya jî, 6 êrîşên bi dronan li ser kampa penaberan a Koyeyê hatine kirin.

Dezgeha Asayîşê tekez li ser wê yekê jî kir ku, di êrîşên îro de tu zirarên canî nebûne û piraniya êrîşên bi dron û mûşekan berî ku bigihîjin armancên xwe li asman hatine pûçkirin.