Ferhad Etrûşî: Rûniştina 14ê ya parlementoyê neqanûnî ye

Ferhad Etrûşî
Ferhad Etrûşî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de bi tundî nerazîbûna xwe li dijî lidarxistina rûniştina hejmar 14 a encumenê û encamên wê nîşan da û ew wekî rûniştineke neqanûnî û dûrî bingehên destûrî wesf kir.

Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Emîn Etrûşî îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) ragihand ku, wan pêşwext amaje dabû ku ew rûniştin neqanûnî ye, ji ber ku karnameya wê rûnirştinê li gorî madeya (9 / benda yekê) di peyrewê navxwe de nehatiye pejirandin.

Ferhad Etrûşî amaje jî da: Ji bo xilasbûna ji vê pabendbûnê, bangeşeya wê yekê hatiye kirin ku ew rûniştin li gorî madeya 58ê ya destûrê awarte bû, di demekê de ku ev wekî guhertina metnan tê hesibandin û divê rûniştineke normal bêyî rêkarên qanûnî ji nişkê ve ji bo rûniştineke awarte nehatiba guhertin.

Navbirî eşkere jî kir: Serokê Parlamentoyê biryarek bi navê (biryara parlementoyê di rûnitşina 14ê de) ragihandiye, bêyî ku dengdana qanûnî jê re bê kirin wekî ku di madeya 59ê ya destûrê de hatiye destnîşankirin.

Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê tekez jî kir ku, binpêkirineke eşkere ya biryara Dadgeha Bilind a Federal a hejmar 140 û 141ê ya yekkirî, ku li roja 23/12/2018ê derketiye, di wê biryarê de heye, ku tê de biryar li ser nedestûrîbûna madeya (17/benda 7ê) ji Qanûna Encûmena Nûneran û pêkhateyên hejmar 13 a sala 2018ê hatiye dan ku pêştir rê bi encûmenê dida ku biryara teşrî’î (danana qanûnan) derbixe.

Ferhad Etrûşî hişyarî jî da ku, bikaranîna desthilatdariyê bêyî bingeheke rewa û berevajî biryarên dadgehê, binpêkirina bingeha rewatiyê ye û hemî baweriyê ji wê rûniştinê û encamên wê distîne.

Navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir: Tenê pabendbûna bi destûrê û pergala federal tenahiya siyasî, aborî û ewlehiya welat garantî dike, ne ku gefkirina bi birîna budceyê an êrîşkirina li ser welat bi rêya dron û mûşekan.