Ilham Ehmed: Rêkeftina HSD û Şamê pêngaveke giring e bo dabînkirina aramiyê li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed ragihand, rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bi navbeynkariya Amerîka û Fransayê pêk hatiye. Ehmed tekez kir, ev rêkeftin dê bibe sedema vegera birûmet a xelkê Efrîn û Serê Kaniyê bo ser axa xwe.

Ilham Ehmed îro 30î Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" peyamek derbarê rêkeftina nû ya ligel Şamê belav kir. Ehmed di peyama xwe de spasiya welatên navbeynkar kir û hûrgiliyên giring ên vê pêvajoyê parve kirin.

Spasî bo Amerîka û Fransayê

Ilham Ehmed spasiyeke kûr pêşkêşî wan dewletên ku di navbera her du aliyan de navbeynkarî kirine kir û got: “Em spasiya wan dewlet û aliyên navbeynkar dikin, ku di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa ne, yên ku ji bo gihîştina rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hewldanên mezin dan. Ev rêkeftin pêngaveke giring e di rêya aramiya welat de.”

Herwiha Ilahm Ehmed hêviya xwe anî ziman ku welatên navbeynkar di qonaxa bicihkirina rêkeftinê de jî rola xwe bidomînin û got: “Em hêvîdar in ku ev dewlet dê di pêvajoya yekkirina hêzan de bibin garantor.”

Yekkirina hêzan û parastina rûmetê

Derbarê yekkirina saziyên ewlehî û îdarî de, Ehmed destnîşan kir ku ev pêvajo dê "bi berpirsyarî û qonax bi qonax" be. Ehmed got: “Armanc ew e ku hevkarî bê mîsogerkirin, rûmeta hemû pêkhateyan bê parastin û li hemû herêman geşepêdaneke dadperwer û hevseng pêk bê.”

Vegera xelkê Efrîn û Serê Kaniyê

Ilham Ehmed tekez kir jî, ev rêkeftin qonaxeke nû ya aramiyê ava dike û got: “Ev lihevkirin dê vegera ewle û birûmet a xelkê Efrîn û Serê Kaniyê bo ser mal û milkên wan mîsoger bike.”

Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweserdi dawiya peyama xwe de pabendbûna Rêveberiya Xweser bi serxistina vê pêvajoyê nîşan da û diyar kir ku ev yek xizmeta yekitiya Sûriyeyê û aştiya navxwe ya gelan dike.