Hevserokên DEM Partiyê: Îradeya Rojava bo me esas e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, piştgiriya xwe ya tam bo rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê ragihandin û diyar kirin ku "çareserî di diyalogê de ye".

Hevserokên DEM Partiyê îro 30î Çileyê di peyama xwe de gotin: “Em dixwazin bi taybetî bidin xuyakirin ku em bi lihevkirina navbera Rêveberiya Şamê û HSDê gelekî kêfxweş in. Em spasiya hemû welat, sazî û kesayetên ku ji bo vê peymanê hewl dane dikin. Her wiha em berxwedana gelê me yê ku li her çar aliyên cîhanê ji bo Rojava daketin qadan silav dikin.”

Hatîmogûllari û Bakirhan tekez kirin, ew ê piştgiriya xwe ya bo vê pêvajoyê bidomînin û gotin: “Îradeya Rojava ji bo me esas e. Me her tim bawer kiriye ku pirsgirêk bi rêya muzakere û guftûgoyê têne çareserkirin; îro jî em li ser heman helwestê ne.”

DEM Partî di dawiya daxuyaniya xwe de pîrozbahî li gelê Rojava û aliyên li ser maseya diyalogê rûniştine kir û ev gav wekî destpêka serdemeke nû ya aramiyê bi nav kir.

Xalên sereke yên rêkeftina HSD û Şamê

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xalên lihevkirinê yên ku wekî mîsogeriya aştiyê têne dîtin:

- Agirbest: Şer bi temamî tê rawestandin û agirbest berdewam dibe.

- Yekkirina Hêzan: Hêzên leşkerî û saziyên îdarî bi qonax di nava hev de tên yekkirin.

- Vekişîna ji Eniyan: Hêzên leşkerî ji xalên temasê (peywendiyê) vedikişin.

- Ewlehiya Bajaran: Hêzên Wezareta Navxwe derbasî navenda Hesekê û Qamişlo dibin.

- Fîrqeyên HSDê: Di bin sîwana artêşê de sê fîrqeyên leşkerî ji bo HSDê tên avakirin.

- Hêzên Kobanê: Li parêzgeha Helebê lîwayeke taybet ji bo hêzên Kobanê tê avakirin.

- Saziyên Sivîl: Saziyên Rêveberiya Xweser bi dewletê ve tên girêdan û mafên karmendan tên parastin.

- Mafên Kurdan: Li ser mîsogerkirina mafên medenî û perwerdeyê yên gelê Kurd lihevkirin pêk hat.

- Vegera Koçberan: Hemû aware dê vegerin ser mal û milkên xwe.

- Yekitiya Welat: Armanca dawî yekkirina xaka Sûriyê û dubare avakirina welat e.