Ji Diyarbekirê 25 barhilgir alîkarî bo kobanê hatin şandin
Diyarbekir (K24) – Alîkariyên ku ji aliyê Platforma Parastina Bajêr a Diyarbekirê ve bo Kobanê hatibûn komkirin, bi barhilgiran ber bi Pirsûsê ve hat şandin û ji wê derê jî dê derbasî Kobanê bibe.
Platforma Parastina Bajêr a Diyarbekirê bo Kobanê 25 barhilgir alîkarî komkiribûn û li bendê bu ku destûr were dayîn bo ku alîkarî bi rêya Pirsûsê bo Kobanê were şandin.
Îro Platforma Parastina Bajêr ragihand, ew barhilgirên kelûpelên alîkariya bo Kobanê tê de bûn ber bi Pirsûsê ve bi rê ketine.
Di nava alîkariyan de kelûpelên wek ava vexwarinê, xurek, pêdiviyên jin û zarokan , cih nivên û amûrên xwegermkirinê hene.
Hat ragihandin, barhilgirên ku ber bi Pirsûsê ve bi rê ketine dê ji Deriyê Murşîdpinarê Yê Pirsûsê re derbasî Kobanê bibe.
Berdevkê Platforma Parastina Bajêr a Diyarbekirê Çiya Korkmaz da zanîn, dê helmeta alîkariyê ya bo Rojava di rojên pêş de jî bidome û alîkariyên werin komkirin dê bi awayeke berdewam bo Rojava werin şandin.