Li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên piştgiriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, gel bi girseyî rijiyan ser cadeyan da ku piştgiriya xwe ya ji bo birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. 

Li paytext Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Dihok, Helebce û hemû îdareyên serbixwe, îro 30î Çileyê xwepêşandan bi beşdariya bi hezaran welatiyan berdewam dikin. 

Xwepêşanderan bi hildana alayên Kurdistanê û qîrkirina dirûşmên niştimanî, daxwaz dikin ku êrîşên li ser Rojava bên rawestandin û destkeftiyên Kurdan bên parastin.

Sibe li Bonnê xwepêşandaneke mezin tê lidarxistin

Li gel çalakiyên li hundirê welat, Kurdistaniyên li derveyî welat jî amadekariyên çalakiyên mezin dikin. Biryar e sibe Şemiyê, 31ê Çileyê, li bajarê Bonnê yê Almanyayê, Konfîderasyona Revenda Kurdistanî xwepêşandaneke girseyî birêxistin bike. Tê çaverêkirin ku zêdetirî 20 hezar Kurdistaniyên diyasporayê beşdarî vê çalakiyê bibin da ku dengê gelê xwe bigihînin navendên navdewletî.

Kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin

Piştî destpêkirina êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê, li piraniya bajarên Herêma Kurdistanê kampanyayên mirovî ji bo komkirina alîkariyên lezgîn hatine ragihandin. Welatî bi her awayî hewl didin derman, xurek û pêdiviyên sereke bigihînin lêqewmiyên li Rojava.

Dengê Kurdan li cîhanê deng vedide

Hevdem ligel çalakiyên li Kurdistanê, li welatên Ewropa, Amerîka û Brîtanyayê jî revenda Kurdistanî xwepêşandanên piştgiriyê li dar xistin. Kurdistaniyên diyasporayê peyama gelê Kurdistanê gihandin navendên biryardanê û parlamentoyên cîhanê, daxwaz kirin ku civaka navdewletî li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng nemîne.