Serokê Fransayê pêşwazî li rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê de kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêşwazî li rêkeftina giştgîr a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de kir. Macron tekez kir ku Parîs amade ye ji bo serxistina vê lihevkirinê û avakirina Sûriyeyeke aram, piştgiriya xwe ya tam pêşkêş bike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 30î Çileyê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", peyamek derbarê rêkeftina nû ya li Sûriyeyê belav kir. Macron pîrozbahî li her du aliyan kir û piştgiriya welatê xwe bo vê gava dîrokî nîşan da.

Serokê Fransayê diyar kir ku ev rêkeftin "werçerxanek giring e" û rê li ber agirbesteke herdemî û yekkirina aştiyane ya hêzên leşkerî di nava sîstema nû ya welat de vedike.

Emmanuel Macron tekez kir, Parîs daxwaza Sûriyeyeke yekgirtî, xwedî serwerî û aram dike, ku tê de rêz li hemû pêkhateyên neteweyî û olî bê girtin û got: “Sûriyeya nû divê li ser bingeha dadperwerî û rêzgirtina li pirrengiyê ava bibe û bi temamî pabendî rûbirûbûna terorê be."

Serokê Fransayê eşkere kir ku welatê wî dê bi hevahengiya ligel hevparên navdewletî, di rêya dabînkirina aramî, dadperwerî û jinûveavakirina welat de berdewam be li ser piştgirîkirina gelê Sûriyeyê.

Ev peyama Macron di demekê de tê ku îro Navenda Ragihandinê ya HSDê xalên rêkeftina giştgîr a ligel hikûmeta Sûriyeyê eşkere kirin. Di rêkeftinê de biryar hat dayîn ku şer bi temamî bi dawî bibe, saziyên îdarî bên yekkirin û HSD bibe beşek ji artêşa niştimanî ya Sûriyeyê.