Serok Barzanî pêşwazî li rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê pîrozbahî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê kir, ji bo rêkeftina wan a nû û destnîşan kir ku "diyalog û aştî riya rast e ji bo çareserkirina kêşeyan."

Serok Mesûd Barzanî, îro Înê 30î Çileya 2026an, di peyama xwe de pîrozbahî li her du aliyan kir û hêvî xwest ku ev gava girîng bibe destpêka aramiyeke mayînde. 

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em pêşwaziya rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin û pîrozbahiyê li her du aliyan dikin. Hêvîdar in ev rêkeftin berdewam û serkeftî be."

Serok Barzanî her wiha bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha dewam kir: "Em her tim di wê baweriyê de ne ku diyalog û aştî riya rast e ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan."

Di dawiya peyama xwe de, Serok Barzanî hêviyên xwe ji bo paşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê anî ziman û got: "Hêvîdar in êdî dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê bê û hemû alî bi aştî, azadî û aramî li Sûriyeyê şa bibin."