Hikûmeta Sûriyeyê: Bicihanîn lihevkirina me û HSDê li roja Duşemê tê destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê ragihand ku, bicihanîna lihevkirina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dê li roja Duşemê ya bê bê destpêkirin.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa duhî (În, 30.01.2026) ragihand: lihevkirina îro ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de temamkirina lihevkirina 18ê Çileyê ye. Herwesa got: Rêkarên kiryarkî dê ji Duşemê ve bên bicîhanîn.
Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê amaje jî da ku, radestkirina zeviyên petrolê yên Rimêlan Suweydî û Balafirxaneya Qamişloyê dê di dema 10 rojan de bê bicihanîn.
Hemze Mistefa eşkere jî kir: Birêvebirê Ewlehiyê yê nû yê Hesekeyê dê li roja Duşemê dest bi erkên xwe bike. Tekez jî kir ku, endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê tevlî lîwayên hêzên leşkerî yên Hikûmeta Sûriyeyê bên kirin.
Ev gotinên Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê piştî wê yekê hatin ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duhî (În, 30.01.2026) ragihand ku, lihevkirina agirbestê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi lihevkirineka tevalî hat kirin, tevî hevfêmkriina li ser yekbûna qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî di navbera her du aliyan de.